Ezman dıhejiya Jı gure gura belafıran Çiya dıherifîn Bı teqîna kîmyewiyan Ma ne şerm bû guh Ma ne şerm bû te seh nekîr... Karê revê dîkîr pê negihişt Heftê salî bû pîra pêxwas Termê bılbıl daleqandî bı darêve Bîn pêketî serî hevraz Ma ne şerm bû poz Ma ne şerm bû te bîn nekır... Dayîk dı xew de dest jê dûr bû Morıkê sor û zer dıkırın hewar Dergûşa darînî bêhemd dıhejiya Dı perpitî tê de por zêrîna mın bîn dıçıkiya Ma ne şerm bû dıl Ma ne şerm bû te qîr nekır... Ji asîmana barana jehrë dıbariya Bi xezeb dadiket lı ser erdê vî welatî Dı bejêde mîna masî dilibîtî bê umîd Herêm çav nêrî te bû tı nehatî Ma ne şerm bû dest Ma ne şerm bû te kar nekır Hedimandin taba sedê sala bê jımar Heta bı kurmikê bin kevirê vî welatî Jımar ne hesane bı dehên hezar Ê ku filîtîn lı ber derıyan bûn hejar Ma ne şerm bû çav Ma ne şerm bû te temaşe kır... Bavê Diyar Batmanî |