Di sala 1650-51’ê zayînî de li Bayezîdê hate dinê. Navê bavê wî Îlyas, navê diya wî Gulnîgar e. Li Bayezîdê dest bi xwendinê kiriye; xwendina xwe li navendên ‘ilm û kulturê yên wê demê mîna Xelat, Wan, Riha û Bedlîsê domand; li Wanê li cem Mele Camî, seydayê Medreseya Xoşabê, îcazet girt. Di seraya Mîrektiya Kurd ya Bayezîdê de wekî katibê fermî wezîfe kir. Bi saya perwerdahiya medreseyê û katibiyê wekî zimanê xwe yê zikmakî (kurdî) di zimanên ‘erebî, farisî û tirkî de jî bû şareza. Di Dîwana wî de hinek helbestên ku bi van herçar zimanan hatine gotin hene ku ji van cureyê helbestan re tê gotin “mulemma”.
Xanî wekî mezhebê fiqhê Şafi’î ye; wekî mezhebê baweriyê Sunnî/Eş’erî ye; wekî terîqet Neqşîbendî ye û wekî ramana tesewwufî jî parêzkarê wehdetulwucûdek pîvandar e. Berhemên Xanî yên ku bi misogerî xwemalê wî ne û gihaştine roja me ji berê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêbên dersê hatine xwendin û jiberkirin.
Ev rêberê gelê kurd yê dînî û neteweyî û ‘alimê wan ê bijarte yê piralî di sala 1707an yan jî 1709an de li Bayezîdê, li cihê jidayîkbûna xwe, wefat kir. Tirba wî ya ku Se’îdê Nûrsî gava li Bayezîdê dixwend hinek şevan heta sibehê tê de diman îro ji aliyê hezkiriyên wî ve tê ziyaretkirin.
Kuliyata Ehmedê Xanî
- Nûbehara Biçûkan: Ev berhema ku di sala 1683an de hatiye nivîsandin, ferhengek menzûm e; wekî ‘erebî-kurdî hatiye amadekirin û tê de nêzîke 220 malik hene.
- ‘Eqîdeya Îmanê: Di sala 1687an de bi hawayê “mesnewî” hatiye nivîsandin û ji 70 malikan pêk tê. Wekî mijar li gorî rêbaza Sunnî/Eş’erî bi kurtahî behsa bingehên baweriyê dike.
- Mem û Zîn: Ev şahkara Xanî ya ku ji 2656 malikan pêk tê û 7-8 sal piştî ‘Eqîdeya Îmanê hatiye nivîsandin temamê ramanên Xanî yên civakî, dînî, siyasî û felsefî nîşan dide. Mijara wê, serpêhatiya evînekê ye ku ev evîn di sala 1393an de li Cizîra Botan di navbera du evîndarên bi navên Mem û Zîn de wekî mecazî dest pê kiriye, paşê bûye heqîqî/îlahî. Çawa ku Xanî dibêje, ji bo ku xelqên din nebêjin “kitêbên her kesê hene, yên kurdan tenê tunene” û “kurd ji ‘eşqê bêpar in” ev berhem nivîsandiye.
- Dîwan: Ji helbestên Xanî yên ku di demên jihevcuda de û li ser mijarên curbecur gotine pêk tê. Ev Dîwan hem ji aliyê ziman û huner ve, hem jî ji aliyê naverokê ve wekî xezînekî ku hên tam nehatiye kişfkirin.
Ehmedê Xanî zimanê kurdî yê ku bi Nûbehara Biçûkan kir “zimanê zimên”, bi ‘Eqîdeya Îmanê jî kir “zimanê dîn.” Tradisyona ‘eqîdeyên menzûm yên kurdî ku Xanî da destpêkirin, piştî wî jî di serî de Mele Xelîlê Sêrtî, ji aliyê gelek ‘alimên kurd ên ku rasterast yan jî nerasterast di bin bandora wî de mane ve heta bigihîje roja me hatiye domandin.
‘Eqîdeya Îmanê
Berhemek menzûm e, bi şiklê “mesnewî”yê hatiye amadekirin û ji 70 malikan pêk tê. Wekî mijar li gorî rêbaza Sunnî/Eş’erî bi kurtahî behsa bingehên baweriyê dike. Di vê berhema ku di çarçoveya îlmên ‘Eqîdê û Kelamê de cih digire de bingehên baweriyê li gorî rêbaza van ‘îlman di bin beşên bingeh de hatine nirxandin ku ew beş ev in:
1)Îlahiyyat (meseleyên girêdayî bi Xwedê ve): Hebûna Xwedê, yekîtiya wî û sîfetên wî; qeder û azadiya însan; têkiliyên di navbera îman û ‘emel de; rewşa kesê ku gunehê mezin bike li axretê; atom (cuz’ê layetecezza); heyûla (madeya eslî ya ku kaînat jê çê bûye) û afirandina dunyayê ji tunebûnê hinek ji mijarên vê beşê ne.
2)Nubuwwat (meseleyên girêdayî bi pêxemberiyê ve): Hinek meseleyên ku di bin vê beşê de cih digrin ev in: Hewcebûna baweriya bi temamê pêxemberan; bêrîbûna pêxemberan ji gunehan û ji avêtina ji wezîfeya pêxemberiyê; di pêxemberiyê de pêkera cinsiyetê (ango jin jî dibin pêxember yan ne?).
3)Sem’iyyat (tiştên ku hebûna wan hatine bihîstin): Ev beş ji wan tiştan pêk tê ku li vê dinyayê bi çavan nayên dîtin lê ji pêxemberan û ji kitêbên ku ji wan re hatine şiyandin hebûna wan hatiye bihîstin. Hinek ji wan tiştan ev in: Pirsên ku di qebrê de ji mirî tên kirin; piştî mirinê saxbûna ji nû ve; hesab û lêpirsîn ji bo xelatkirin û cezakirina qenc û xeraban; derbasbûna di ser Pira Siratê re; hebûna cennet û cehennemê û ketina wan; ji heyînên metafîzîk hebûna melek û cin û şeytanan.
Meseleyên ku Xanî li gorî hersê beşên navborî girtine dest, di vê xebatê de wekî beranberîkirina bi fikr û ramanên mezheb û fîrqeyên îslamî yên din re hatine tehlîlkirin.
Ehmedi Xani ( rehme Xwude lébe ) Safî şemirand, vexwari durdî / manendê durê lisanê kurdî Înaye nîzam û întîzamê / kêşaye cefa ji boyî ‘amê Da xelq-i nebêjitin ku ‘Ekrad / bême’rîfet in, bêesl û binyad Enwaê milel xwidankitêb in / Kurmanc-i tenê di bêhesêb in’
Hem ehlê nezer nebên ku: ‘Kurmanc / ‘işqê nekirin ji bo xwe amanc
Ger dê hebûya me jî xwedanek / ‘alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û hiner û kemal û îz’an / şi’r û xezel û kitab û dîwan
Ev cins bibûya li bal wî me’mûl / ev neqd bibûya li nik wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn / alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve ruha Melê Cizîrî / pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Kêfek we bida Feqiyê Teyran / hetta bi ebed bimayî heyran
Ehmedi Xani |